1 / 10

Mêjerê Navdêran

Mêjerê Navdêran Mêjer ew xweser î ´ye, ku navdêr heybereka bi tenê yan pir heyberan dinim î ne. Di zimanê kurd î da du mêjer hene: Yekejimar û gelejimar . Yekejimar : Navdêr yekejimar´e, gava kesek î /ê yan tiştek î bi tenha serê xwe şan î me dide.

stan
Download Presentation

Mêjerê Navdêran

An Image/Link below is provided (as is) to download presentation Download Policy: Content on the Website is provided to you AS IS for your information and personal use and may not be sold / licensed / shared on other websites without getting consent from its author. Content is provided to you AS IS for your information and personal use only. Download presentation by click this link. While downloading, if for some reason you are not able to download a presentation, the publisher may have deleted the file from their server. During download, if you can't get a presentation, the file might be deleted by the publisher.

E N D

Presentation Transcript


  1. Mêjerê Navdêran • Mêjer ew xweserî´ye, ku navdêr heybereka bi tenê yan pir heyberan dinimîne.Di zimanê kurdî da du mêjer hene:Yekejimarûgelejimar. • Yekejimar: Navdêr yekejimar´e, gava kesekî/ê yan tiştekî bi tenha serê xwe şanî me dide. • Çend nimûne: Pismam çû ba dotmamê. Ez xortekî qehreman nasdikim; navê wî Kawa´ye. Ez kurdekî ji bakur nasdikim; navê bavê wî Temo´ye. • Gelejimar: Navdêr gelejimar´e, gava pir kesan an pir tiştan şanî me dide. • Çend nimûne: Sê kurên wî hene. Du keçên min hene. Pênc zarokên Temo û Gulê hene.

  2. Naskirina Navdêran Binavkirî (nas) kur hat, xanî hilweşî, pismam mir, wî masî girt, zarok winda bû, baran dibare. keç hat, wî mal kirê kir, dotmam çû, li paş malannewal heye, teşî şikest. pismamê min, çiyayê dûr, mala wan, dotmama te, newala kûr, birînaHesenêAlê. xortê hêja, xaniyê mezin, pismamê wî, çiyayê bilind, gundêHeştan, çiyayê Cûdî. keça bedew, mala nas, dotmama te, newala kûr, teşiya pîrê, deşta Heranê. Ez mirovên hêja nasdikim. Ew xaniyên mazin avadikin. Deh malên ji bakur li bajarê me hene. Pîra Torêserpêhatiya Aleqemşê ji me ra got.

  3. Naskirina Navdêran nebinavkirî (nenas) kurek hat, xaniyek hilweşî, pimamek mir, wî masiyek girt, baranek barî. keçek hat, wî malek kirê kir, dotmamek çû, li paş malan newalek heye, teşiyek şikest. pismamin min, çiyayin dûr, malin wan, dotmamin te, newalin kûr xortekî hêja, xaniyekî mezin, pismamekî wî, çiyayekî bilind keçeka bedew, maleka nas, dotmameka te, newaleka kûr, teşiyeka pîrê (keçeke bedew, maleke nas, dotmameke te, newaleke kûr, teşiyeke pîrê) Ez mirovina hêja nasdikim. Ew xaniyina mazin avadikin. Malina ji bakur li bajarê me hene. (Ez mirovine hêja nasdikim. Ew xaniyine mazin avadikin. Maline ji bakur li bajarê me hene.)

  4. Veqetandek li gel navdêrên binavkirî Veqetandek dikeve paşiya navdêran û bêjeyên ku di hevokan da cihê wan digirin û wan dinimînin. Veqetandek bi gelemperî zayend û mêjerê navdêran şanî me dide; yanê navdêran ji wekhevên wan vediqetîne. Çend nimûne: Yekejimarî - nêr: kurê Fehlemez, xaniyê wî, pismamê min, çiyayê bilind, masiyê golê Yekejimarî - mê: keça Gurgîn, mala wî, dotmama te, newala kûr, teşiya pîrê Gelejimarî – nêr û mê: kurên Fehlemez, xaniyên wî, pimamên min, çiyayên bilind, masiyên golê keçên Gurgîn, malên kurdan, dotmamên te, newalên kûr, teşiyên pîrê

  5. Veqetandek li gel navdêrên nebinavkirî kurek hat, xaniyek hilweşî, pimamek mir, wî masiyek girt. keçek hat, wî malek kirê kir, dotmamek çû, li paş malan newalek heye, teşiyek şikest. pismamin min, çiyayin dûr, malin wan, dotmamin te, newalin kûr xortekî hêja, xaniyekî mezin, pismamekî wî, çiyayekî bilind keçeka bedew, maleka nas, dotmameka te, newaleka kûr, teşiyeka pîrê (keçeke bedew, maleke nas, dotmameke te, newaleke kûr, teşiyeke pîrê) Ez mirovina hêja nasdikim. Ew xaniyina mazin avadikin. Malina ji bakur li bajarê me hene. (Ez mirovine hêja nasdikim. Ew xaniyine mazin avadikin. Maline ji bakur li bajarê me hene.)

  6. TEWANG A)Dema niha - yekejimar - binavkirî: 1) Sînem sêvê dixwe. 2) Sînem nan dixwe. (Sînem nanî dixwe) 3) Azad Sînemê dibîne. 4) Gurgîn goşt dixwe. (Gurgîn goştî dixwe) B)Dema niha - gelejimar - binavkirî: Sînem sêvan dixwe. Sînem xortan dibîne. Azad keçan dibîne. Gurgîn xortan dibîne. Keç sêvan dixwin. Xort keçan dibînin. Keç xortan dibînin.

  7. TEWANG C) Dema niha - yekejimar - nebinabkirî: Sînem keçekê dibîne. Sînem xortekî dibîne. Azad jinekê dibîne. Gurgîn mêrekî dibîne. D) Dema niha - gelejimar - nebinavkirî: Sînem keçina dibîne. Sînem xortina dibîne. Azad jinina dibîne. Gurgîn mêrina dibîne.

  8. TEWANG Û DIYARDEYA ÊRGATÎV E) Dema borî - yekejimar - binavkirî: Sînemê sêv xwar. Sînemê nan xwar. Azad Sînem dît. (Azêd Sînem dît. Azadî Sînem dît.) Gurgîn goşt xwar. (Gurgînî goşt xwar.) F) Dema borî - gelejimar - binavkirî: Keçan sêv xwar. Xortan govend girt. Keçan Azad dît. Xortan Gulşîn dît.

  9. TEWANG Û DIYARDEYA ÊRGATÎV G) Dema borî - yekejimar - nebinavkirî: Keçekê sêv xwar. Xortekî nan xwar. Jinekê mêrek dît. Mêrekî jinek dît. Keçekê sêv xwarin. Xortekî sê nan xwarin. Jinekê deh zêr dîtin. Mêrekî sê mar dîtin. Keçekê sêvin xwarin. Xortekî zêrin dîtin. H) Dema borî - gelejimar - nebinavkirî: Keçina mast xwar. Xortina av vexwar. Jinina xurme kirîn. Mêrina hespin birin.

  10. I) Tewang bi lêkerên negerguhêz (întiranzîtîv) ra Sînem diçe Amedê. Azad ê biçe Wanê. Gulşîn çû Mûşê. Bi lêkerên negerguhêz ra tenê bireser tê tewandin. Kirar her dem wek xwe dimîne. J) Navdêr piştî daçekê Gava di hevokan da navdêr piştî daçekê hat, hingê ew her dem tê tewandin. Divêt bête zanîn, ku tewandina navdêrê nêr hin bi hin ji zimanê me radibe. Min ji Sînemê pirs kir. Ji Gulşînê da nameyek hat. Li Gulperiyê binêrin!

More Related