120 likes | 245 Views
Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire. 1) Ax_ welat giranbiha __. 2) Av_ baranê ket kolîn_. 3) Bang_ Yekîtiya Jinên Kurdistan_ bê bersiv nema. 4) Evîn_ Mem û Zîn_ bi nav û deng _. 5) Kovan_ di dilê me da ew _, ku em jî azad û serbest bijîn.
E N D
Hevot (Übung, exercise, temrîn) - 1 • A) Di van hevokên jêrîn da cihên vala dagire. • 1) Ax_ welat giranbiha __. • 2) Av_ baranê ket kolîn_. • 3) Bang_ Yekîtiya Jinên Kurdistan_ bê bersiv nema. • 4) Evîn_ Mem û Zîn_ bi nav û deng _. • 5) Kovan_ di dilê me da ew _, ku em jî azad û serbest bijîn. • 6) Jin_ jîr kar_ mal_ xwe berî nîvro diqedîne. • Îsal berf pir dahatiye, ku deriy__ xaniy__ jî hatine girtin. • Demokratî li welat__ Rojhilat__ Navîn tineye. • 9) Pir kes ji wê baweriy_ ne, ku tîp__ latînî ji bo ziman_ kurdî baştir __.
10) Bi gelemperî bêjey__ ziman_ kurdî bi tîp__ „u“ û “i” dest pênakin. • 11) Serdar__ welat__ Rojavay_ li ser doz_ Kurdistan_ ketin rawêj û dewan_. • 12) Cejn_ Newroz_ di destpêk_ demsal_ bihar_ da ye. • 13) Ji girav__ Yûnan_ ya here mezin Kirêt _. • 14) Rovî__ dûvsipî di nav zevî__ me ra derbas bû. • Bira__ Sînem_ hinek ji av_ kanî__ gund ji me ra anî. • B) Di vê nûçeya jêrîn da cihên vala dagire. • Gundî di mêvanxan_ Reşo da rûniştî bûn û diaxaftin. Dijmin ji gund_ Şadiyan ne gelek dûr bû. Herkes diponijî û li çareyek_ digeriya. Di wê gavê da derî bi hêrs vebû. Qoço__ Polat, qiral_ çiyan bi heşt mirov__ xwe va kete hundir. Cil__ wan şil bûn; av di tiving__ wan ra dihate xwar. Gundî___ gişt__ bi hev ra dan ber qîr__: “Polat_ Kurd, sergevaz_ çiya___ Kurdistan_ fermo!”.
C) Di vê axaftina jêrîn da cihên vala dagire. • Mamoste: Nav_ te __ ye. • Suxte: Nav_ min Gurgîn _. • Mamoste: Tu ji kûderê __ ? • Gurgîn: Ez ji Cizîr_ Botan __. • Mamoste: Gurgîn! Birc_ Belek hên heye? • Gurgîn: Belê mamoste! Birc_ Belek hên heye, lê niha leşker_ dagîrker__ têda __.
Ç) Zayendê van navdêrên jêrîn diyar bike. Gava ew nêr be, di kevanan da “n” binivîsîne û gava mê be “m” binivîsîne. • Mêrdîn( ), bajar( ), çem( ), biyaban( ), dest( ), • çav( ), dîwar( ), pencere( ), derî( ), xanî( ) • kon( ), xîzar( ), pîvaz( ), nan( ), penîr( ), • şekir( ), nivîn( ), mitêl( ), perde( ), kum( ) • pirtûk( ), havîn( ), sal( ), baran( ), dil( ), • av( ), ling( ), bar( ), car( ), sêv( ), agir( ), • mast( ), çerx( ), garan( ), kerî( ), ref( ), lek( ) • aş( ), sing( ), sêling( ), sêpî( ), merx( ), tertûl( ) • benîşt( ), savar( ), al( ), pincar( ), kerbeş( )
Serxwerabûna Mirîşkan • Li welatê me Xerza • Dîkek hebû şehreza • Rokê ew çû nav dîka • Ji wan re digo hêdîka • Rabin bêjin mirîşkan • Bes xwe bidin enîşkan • Dîk û mirîşk bûne kom • Berê xwe dane cem bûm • Leşker tevde bûne lek • Hin çeleng û hin kulek • Berê xwe dane çolê • Tevlî koç û tev êlê
Teyran dî ku nagehan • Têye leşkerkî giran • Tevde firîn ji malan • Berê xwe dane halan • Ew jî li hev bûne kom • Yekî rabû gote bûm • Ey padîşahê teyran • Wey serbilindê Tûran • Rabe ser xwe tu mîro • Ji bo me bêje îro • Ev leşkerê bê jimar • Gelo heye jê zirar
Bûm kenî û gote wan • Bankin bazê pehlewan • Hûdhûd rabû serfiraz • Wî çû bi lez gote baz • Go rabe ey tu bazî • Şeh te îro dixwazî • Baz çû cem şeh li banî • Destê xwe l’ser hev danî • Go ey xwedîkarê min • Zû li min ke barê min • Bûm gote bazê xwînxwar • Bi lez rabe here xwar
Bazî rabû weke şêr • Firek da xwe hate jêr • Bazê terî bi rêşî • Hate cem dîkê pêşî • Destê wî girt û hejand • Nitqet jêre dirijiand • „Olan sen nêrelîsin?” • Go em xelkê Bedlîs´in • “Sizin bûrda ne îş war?” • Dîk xeyidî lê da dar • Bazî şehda xwe anî • Dîk jî darê xwe danî
Go bi zor û bi gazin • Em heqê xwe dixwazin • Baz go kî´ye serleşker? • Go tu nizanî ey ker • Ez´im paşa ez´im mîr • Ez´im şahê cîhangîr • Bazî çû cem dîkê dî • Dî ku ew jî wekî wî • Tevan go paşa û mîr • Kesî nego ez wezîr • Nefer bûne yûzbaşî • Heta giha ê paşî
Bazî rabû çû banî • Li ber destî bûm danî • Tilûr tev lê bûne kom • “Qale ya ey-yûhel qewm” • Ev hatine ji mala xwe • Divên îstîqlala xwe • Bûm go bazê dîlawer • Gelo kî´ye serleşker? • Go tev paşa û mîr´in • Bê wezîr û gizîr´in • Bûm hêdî rabû ser xwe • Taca xwe da serê xwe
Go bi taca serê min • Kes nîne hembera min • Rabin wek pehlewana • De em herin ser wana • Hatin teyrên dubirak • Bankirin kund û qijak • Go hûn werin binêrin • Ka em îro çi mêr´in • Dîka xwe da enîşka • Bû qîrqîra mirîşka • Go fermana wan rabû • Koma wa j´hev bela bû
Ên ku kuştin ên ku man • Hatin gundan bê guman • Wan jî weke me kurdan • Destên xwe j´ber xwe berdan • Elok û tûtik û qaz • Tevde bûne belengaz • Tevde ketin koxên reş • Çîroka me ji we re xweş • Wek seydayê Cegerxwîn • Hemî bûne dilbirîn