170 likes | 402 Views
Hevot – 4 1. Serenav û hevenav: Di van hevokên jêrîn da nivîsandina serenav û hevenavan sererast bike. Çemê efrîn ji bakurê kurdistanê hildiavêje û tê herêma çiyayê kurmênc. Destana mem û zînê li seranserê kurdistanê bi nav û deng´e. Çemê dicle di amedê ra derbas dibe û diçe cizîra botan.
E N D
Hevot – 4 1. Serenav û hevenav: Di van hevokên jêrîn da nivîsandina serenav û hevenavan sererast bike. Çemê efrîn ji bakurê kurdistanê hildiavêje û tê herêma çiyayê kurmênc. Destana mem û zînê li seranserê kurdistanê bi nav û deng´e. Çemê dicle di amedê ra derbas dibe û diçe cizîra botan. Di sala 1949-an da li çiyayê dalanper peymana sêsînor hate îmzekirin. Di êrişên enfalê da rêjîma seddam husên 182.000 kurd kuştin. Di vê biharê da hên baran li herêma bismilê, ku girêdayî amedê´ye, nebariye.
Çemê Efrîn ji bakurê Kurdistanê hildiavêje û tê herêma Çiyayê Kurmênc. Destana Mem û Zînê li seranserê Kurdistanê bi nav û deng´e. Çemê Dicle di Amedê ra derbas dibe û diçe Cizîra Botan. Di sala 1949-an da li çiyayê Dalanper Peymana Sêsînor hate îmzekirin. Di êrişên Enfalê da rêjîma Seddam Husên 182.000 Kurd kuştin. Di vê biharê da hên baran li herêma Bismilê, ku girêdayî Amedê´ye, nebariye.
Kîjan destan dirêjtir´e? Memê alan yan memê ewan? Gelo çi bi te xweş´e? Tirûziyên mêrdînê yan sêvên xelatê? Dibêjin strana etarê tirî li deşta cûmê pir bi nav û deng´e. Dibêjin wezîreyê, keça şêx seîdê nemir, sala 1995-an li cindirêsê wexer kiriye. Di rojeka wek îro da rojnameya kurdistan sala 1898-an li qahîreyê dest bi weşanê kir.
Kîjan destan dirêjtir´e? Memê Alan yan Memê Ewan? Gelo çi bi te xweş´e? Tirûziyên Mêrdînê yan sêvên Xelatê? Dibêjin strana Etarê Tirî li deşta Cûmê pir bi nav û deng´e. Dibêjin Wezîreyê, keça Şêx Seîdê nemir, sala 1995-an li Cindirêsê wexer kiriye. Di rojeka wek îro da rojnameya Kurdistan sala 1898-an li Qahîreyê dest bi weşanê kir.
2. Mêjer (yekejimarî û gelejimarî) • Di van hevokên jêrîn da mêjerê navdêran çewt´e, ji kerema xwe sererast bike. • Sê kurê Remo hene. • Du keçên Gurgîn heye. • Hevalê wî li dora wî civiyabûn. • Du xwîşkê Sînemê li Amûdê mêr kiriye. • Siyamend bavê du kur mezin û sê keç biçûk´e. • Ev sê roj´e ku Berfîn bi hevala xwe ra napeyive. • Havîna zozanê Feraşînê pir xweş´e.
Sê kurên Remo hene. • Du keçên Gurgîn hene. • Hevalên wî li dora wî civiyabûn. • Du xwîşkên Sînemê li Amûdê mêr kirine. • Siyamend bavê du kurên mezin û sê keçên biçûk´e. • Ev sê roj´in ku Berfîn bi hevala xwe ra napeyive. • Havîna zozanên Feraşînê pir xweş´e.
Mixabin ku piraniya keçê gundê me nizane bi kurdî binivîsîne. • Di nav deh xort da çar xweş li tembûrê dide. • Ji nav pênc keçan çar pir jîr´e. • Xaniyên gundê me di bin berfê da maye. • Deşt û pesarê welatê me bi gul û kulîlk dagirtiye. • Baran pir bariye, bîrê gundiyan tijî av bûye. • Sê hespê Remo heye, hersê jî rewan´e • Bûkê berê bi kofî bû, zavayê berê jî bi ebe bûn. • Avên Kaniya Batmanê sar´in.
Mixabin ku piraniya keçên gundê me nizanin bi kurdî binivîsînin. • Di nav deh xortan da çar xweş li tembûrê didin. • Ji nav pênc keçan çar pir jîr´in. • Xaniyên gundê me di bin berfê da mane. • Deşt û pesarên welatê me bi gul û kulîlkan dagirtî´ne. • Baran pir bariye, bîrên gundiyan tijî av bûne. • Sê hespên Remo hene, hersê jî rewan´in • Bûkên berê bi kofî bûn, zavayên berê jî bi ebe bûn. • Ava Kaniya Batmanê sar´e.
3. Çewtiyên van hevokên jêrîn nasbike û wan sererast bike. - Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre. - Kurd gelek êş û azar kişandin. - Li Siwîsreyê qezayekê bû: 20 kes mirin. - Konferans li hêwana şanoya NÇM'ê ya ku bi erdî, xalîçe û merşên kevnare yên bi destê keç û jinên kurd hatibûn hûnandin dest pêkir. - Pîştî hevdîtinê herdû wezîran di civîneke çapameniyêde derketin pêşberî rojnamevanan. - Ji çarmedorên Tirkiyê karker dest bi meşê kirin. - Li Srî Lanka yê pêvajoya aştiyê fermî wê dest pêbike - Li kesên ku bi 'zimanekî tuneyî' dinivîsandin cezayan birîn.
- Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe, lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre. - Kurdan gelek êş û azar kişandin. - Li Siwîsreyê qezayekê bû: 20 kes mirin. - Konferansê li hêwana şanoya NÇM'ê ya ku bi erdî, xalîçe û merşên kevnare yên bi destê keç û jinên kurd hatibûn hûnandin dest pêkir. - Pîştî hevdîtinê herdû wezîran di civîneke çapameniyêde derketin pêşberî rojnamevanan. - Ji çarmedorên Tirkiyê karkeran dest bi meşê kirin. - Li Srî Lankayê wê pêvajoya aştiyê bi fermî dest pêbike - Li kesên ku bi 'zimanekî tuneyî' dinivîsandin cezayan birîn.
-Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dotira rojê, min hemû hevalan civand. - Min rewşê ji hevalê mîlîs re da zanîn. - te digot qey me cara pêşîn´e dilşadiyê tamandibû. - min vê yekê didît. - Ew jî got. - Lê me wan nedît. - Her yek ji wan li gorî xwe min didarizandin. - Partî demeke me perwerde kir. - Me birin mala welatparêzek. - Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. -Dadger înstîtuyê di 5 deqeyan de beraet kir. - Em vegerin ser mijara ku em dil kiribû li ser rawestin.
-Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dotira rojê, min hemû hevalan civandin. - Min rewşê ji hevalê Mîlîs re da zanîn. - Te digot qey cara pêşîn bû,me dilşadîyêtamkiribû. - min ev yek didît. - Wî jî got. - Lê me ew nedîtin. - Her yekî ji wan, li gorî xwe, ez didarizandin. - Partîyêem demekê perwerde kirin. - Em birin mala welatparêzekî. - Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dadger înstîtut di 5 deqeyan de beraet kir. - Em vegerin ser mijara ku me dil kiribû em li ser rawestin
- Ma gelo tu zane ku vê ewropaya ku ewqasî behsa wê dibe, çend birînên kur di canê gelê me de vekirî ye. -Min sê apên xwe tenê di sûretan de dîtibû. - Li gor tiştên ku rojnameyên wan nivîsand. - Pîrozbahiyên Newrozê dest pêkir. - Hemû nivîsên ku te sererast kiriyê ketin destê min. - Di Newrozê de bi milyonan mirov derketin kolanan û banga aştî, biratî û azadiyê kir. - Me xwest serpêhatiya Kizilkaya ragihînin we. - Di sedsala 21'ê de dihate hêvîkirin, ku ev nirx bi ser bikevin, lê piştî êrîşa 11'ê Rezberê hinek hêzên xêrnexwaz dest avêt şerekî taybetî. - Êrîşên Amerîkayê ya li dijî Afganistanê berdewam dikin.
- Ma gelo tu zanî ku vê Ewropaya ku ewqasî behsa wê dibe, çend birînên kûr di canê gelê me de vekirine?. -Min sê apên xwe tenê di sûretan de dîtibûn. - Li gor tiştên ku rojnameyên wan nivîsandin. - Pîrozbahiyên Newrozê dest pêkirin. - Hemû nivîsên ku te sererast kirine ketin destê min. - Di Newrozê de bi milyonan mirov derketin kolanan û banga aştî, biratî û azadiyê kirin. - Me xwest kuem serpêhatiya Kizilkaya ragihînin we. - Di sedsala 21'ê de dihate hêvîkirin, ku ev nirx bi ser bikevin, lê piştî êrîşa 11'ê Rezberê hinek hêzên xêrnexwaz dest avêtin şerekî taybetî. - Êrîşên Amerîkayê yên li dijî Afganistanê berdewam dikin.
FERATÊ DERDAN Cegerxwîn Derdên min kûr´in wek çemê Ferat Feratê derdan hilhat û dahat Derdê pir mezin, kula pir giran Derdê Kurdistan, axîna welat Ez tim dinalim her sal û her mah Qêrîn û firyad, hawar û sed ah Digel min digrîn Seyran û Şêrîn Nalîn´e dengê Gulnaz û Dilşah
Şêrînê megrî pir pir delalî Seyranê megrî xwe pir menalî Gulnazê megrî, Dilşahê megrî Dijmin li hember vî kevnekalî Haydê em rûnin bê deng û hawar Reşa xwe vekin desmal û reşçar Da dost û heval tev nebin xemgîn Li me şa nebin dijmin û neyar
Haydê em rûnin ser çemê Amed Em jê bipirsin keyaniya Med Kanî ew birc û sera û bajar? Kanî Kurdistan, Zozan û Serhed? Kanî welatê me xoş û rengîn ? Kanîn ew şêr û gernas û bengîn ? Dîsa tev bigrîn Dilşah û Şêrîn Kûrkûr binalin rengê Cegerxwîn