170 likes | 283 Views
Hevot - 0 A) Naskirina tîpan. 1) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „a“ dest pêdikin. 2) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „a“ temam dibin. 3) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „b“ dest pêdikin. 4) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „b“ temam dibin. Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „c“ dest pêdikin.
E N D
Hevot - 0 • A) Naskirina tîpan. • 1) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „a“ dest pêdikin. • 2) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „a“ temam dibin. • 3) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „b“ dest pêdikin. • 4) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „b“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „c“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „c“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ç“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ç“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „d“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „d“ temam dibin.
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „e“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „e“ temam dibin. • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „ê“ di wan da hebe. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „f“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „f“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „g“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „g“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „h“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „h“ temam dibin. • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „i“ di wan da hebe. • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „î“ di wan da hebe. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „j“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „j“ temam dibin.
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „k“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „k“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „l“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „l“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „m“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „m“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „n“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „n“ temam dibin. • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „o“ di wan da hebe. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „p“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „p“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „q“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „q“ temam dibin.
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „r“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „r“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „s“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „s“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ş“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ş“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „t“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „t“ temam dibin. • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „u“ di wan da hebe. • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „û“ di wan da hebe. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „v“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „v“ temam dibin.
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „w“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „w“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „x“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „x“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „y“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „y“ temam dibin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „z“ dest pêdikin. • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „z“ temam dibin.
Hevot - 0 • A) Naskirina tîpan. • 1) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „a“ dest pêdikin: Aram, aso, asayî • 2) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „a“ temam dibin: bala, zana, vala • 3) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „b“ dest pêdikin: berf, birîn, bûr • 4) Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „b“ temam dibin: Zab, kab, enab • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „c“ dest pêdikin: cot, corî, comerd • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „c“ temam dibin: kinc, birc, birinc • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ç“ dest pêdikin: çar, çewt, çeng • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ç“ temam dibin: pirç, qurç, xilç • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „d“ dest pêdikin: deng, dem, dereng • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „d“ temam dibin: bend, kemend, zend
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „e“ dest pêdikin: endam, erk, efser • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „e“ temam dibin: xame, male, name • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „ê“ di wan da hebe: şêr, kêr, zêr, nêr, mêr, bêr • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „f“ dest pêdikin: fîdan, find, fener • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „f“ temam dibin: ref, maf, qerf • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „g“ dest pêdikin: garis, gund, gelî • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „g“ temam dibin: reng, zeng, leng • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „h“ dest pêdikin: heval, hesin, hejar • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „h“ temam dibin: guh, guneh, xwendegeh • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „i“ di wan da hebe: bir, mir, kir, vir, dil • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „î“ di wan da hebe: şîr, pîr, behîv, hejîr, tîr • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „j“ dest pêdikin: jar, jîr, jor • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „j“ temam dibin: kej, hej, bej
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „k“ dest pêdikin: kar, Kurd, kilît • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „k“ temam dibin: dek, lek, henek • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „l“ dest pêdikin: lêv, lawik, leylan • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „l“ temam dibin: êl, kêl, çîl • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „m“ dest pêdikin: mast, mişk, mirov • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „m“ temam dibin: kêm, hindam, heyam • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „n“ dest pêdikin: nêsk, nok, nav • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „n“ temam dibin: jan, kan, man • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „o“ di wan da hebe: gor, jor, sor, por, şor • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „p“ dest pêdikin: parsî, pûrî, pir • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „p“ temam dibin: xap, lep, dep • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „q“ dest pêdikin: qunc, qiloç, qêrîn • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „q“ temam dibin: beq, req, melq
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „r“ dest pêdikin: reş, ref, reben • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „r“ temam dibin: ser, ber, huner • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „s“ dest pêdikin: serî, saman, serma • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „s“ temam dibin: bes, kes, kiras • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ş“ dest pêdikin: şîr, şekir, şîv • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „ş“ temam dibin: zebeş, pûş, hiş • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „t“ dest pêdikin: tîr, term, tewr • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „t“ temam dibin: met, ket, rût • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „u“ di wan da hebe: kul, qul, qunc, guh, gul • Pênc peyvan binivîsîne ku tîpa „û“ di wan da hebe: dûr, bûn, tû, çûn, dirûn • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „v“ dest pêdikin: vekirin, vir, van • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „v“ temam dibin: dev, şev, bav
Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „w“ dest pêdikin: war, wan, welat • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „w“ temam dibin: mêw, dêw, kew • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „x“ dest pêdikin: xurme, xunçe, xav • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „x“ temam dibin: bax, dax, çax • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „y“ dest pêdikin: yek, yar, yasa • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „y“ temam dibin: mey, ney, hêy • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „z“ dest pêdikin: zik, zil, zor • Sê peyvan binivîsîne ku bi tîpa „z“ temam dibin: pez, rez, xez
Encamnameya KonferansêDi dawiya Konferansa Zimanê Kurdî de ya li Berlînê encamnameyek hate aşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên zimanê kurdî ev tesbît, bang û pêşniyarî hatin kirin: ”Konferansa Zimanê Kurdî” di roja ”14-ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” da, du rojan, di 14 – 15ê Gulanê da li avahiyê Parlementa Eyaleta Berlînê li Salona Kulturê pêkhat.
Ji hemû perçeyên Kurdistan û dîyasporayê nivîskar, akademîsyen û ronakbîrên Kurd beşdar bûn. Di konferansê da pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî bi giştî û berfireh hatin axavtin, gotûbêj û riberizên berwer li ser hatin kirin. Di encam da hewce hate dîtin ku ev daxuyanî bête belavkirin. Maka problemên zimanê kurdî rewş û statuya dagîrkerî û kolonyal ya li Kurdistanê´ye. Dewletên kolonyalîst û dagîrker rengareng asteng, gir û giriftarî derêxistine pêşîya zimanê Kurdî.
Bi taybetî Tirkiye û herwisa Iran û Sûriye jî, bi çu awayî rê nadin ku Kurdî bikeve nav sîstema perwerdeya fermî ya dewletê. Ji xwe li bakur û Tirkiyeyê di warê axavtin û nivîsînê da, asîmîlasyoneka nedîtî di dereceya mirandinê da li ser Kurdî tête domandin. Dîsa xemsariya navxweyî ya xelkê me jî wekî otoasîmîlasyon encam dide û avê dikêşe ser aşê asîmîlasyona dewleta Tirk. Lewma konferans ji bo her reng asîmîlasyonê dibêje êdî bes´e! Konferans bang li van dewletên navkirî dike ku zimanê kurdî di nav sîstema perwerdeya fermî da bi cih bikin û zimanê kurdî bikine zimanê duyê yê fermî yê dewletê.
Konferans bang li pispor û zanayên zimanî yên Kurd dike ku ji bo standardkirina zimanê kurdî û zaravayên kurdî di nav kar û xebateka zanyarî û kolektîv da bin. Ji bo ku kar û xebatên li ser ziman bi aheng û berwer bêne kirin; ji bo ku pirs û pirsgirêkên zimanî bêne çareser kirin, ji bo ku hewcehiyên zimanî bêne dîtin, divêt Akademiya Zimanê Kurdî bête avakirin. Konferans ji bo paşeroja zimanê kurdî û di hevgihiştina xelkê Kurd şertekî jiyanî dizane, ku alfabeya kurdî ya hemû zaravayan bibe yek.
Konferans di wê baweriyê da´ye ku li her perçeyê Kurdistanê, zaravayê ku bi nifûsa xwe va piranî´ye bibe zaravayê giştî û zaravayê kêmanî jî di nav navçeya xwe da paralelî zaravayê piranî wekhev bi fermî bête bikarînan û pirzaravayiya zimanê kurdî bête parastin. Konferans herweha di wê baweriyê da´ye, ku garantiya paşeroja neteweya Kurd bi parastina zimanî dibe. Lewma bi taybetî bang li xelkê Kurd yê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî dike ku ji bo bikaranîna zimanê kurdî bi berpirsiyarî rabin û li dijî asîmîlasyona dewleta Tirk zimanê xwe biparêzin.
Konferans bang li Yêkîtiya Ewropayê [YE] dike ku di prosesa endametiya YE ya Tirkiyeyê da fişarê li ser dewleta Tirk bike ku perwerdeya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bike nav sîstema perwerdeya fermî û di makqanûna xwe da hilgire bin garantiyê. Konferans ji bilî deklerasyona xwe ya bi pirsa ziman va girêdayî, dixwaze bangeka giştî ya neteweyî jî bide: Konferans, êrişên dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê yên li ser xelkê Kurd û Kurdistanê şermezar û protesto dike û bang li neteweya Kurd û berpirsiyaran dike ku tifaqa neteweyî di
serê her tiştî û di têkoşîna parastina zimanê Kurdî û Kurdistanê da yek bigirin. Konferans herweha hêvî dike ku ev reng kar û xebatên zanyarî û ronakbîrî bêne domandin û xelkê Kurd û desthilatdarên polîtîk yên Kurdistanê jî hevkar û piştevan bin.